Ji ber pirsgirêka avê Yekîneya Avê ya Dêra Zorê duh li navçeya Hecînê projeyeke xeteke avê ku pêwîstiya 6 hezar şênî pêşwazî bike da destpêkirin.
Yekîneya Avê Xetê ji stasyona ava taxa Hewame ya li rojavayê Hecînê dikişîne û ji taxa Sinbul ber bi nexweşxaneya Hecînê û derdora wê ve berdide.
Her wiha heman xet bo taxên El-Minêf, El-Seho, El-Dodat û El-Selah re tê berdan.
Tê payînkirin dê xebatên avakirinê di hefteya bê de bi dawî bibin.