Riyad Derar: Tirkiyê û hikumeta Şamê hewl didin fitneyê derxînin

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Riyad Derar diyar kir ku dewleta Tirk, hikûmeta Şamê û şaneyên DAIŞ’ê dixwazn nirxê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Riyad Derar tekez kir divê gel ji gendelî, kesên tevliheviyan çêdikin û kesên sîxuriyê dikin, hişyar bin.

Ev çend roje hin kesên girêdayî hikûmeta Şamê, dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê dixwazin bi hinceta Erkaxweparastinê aramiya Minbicê xirabikin.

Li hemberî van hewildanan jî bertekên gel, eşîrên herêmê ê siyastemedaran derketin.

Têkildarî mijarê,Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Riyad Derar têkildarî mijarê ji ajansa Hawarê re axivî.

Derar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Erka Xweparastinê û got:

“Erka xweparastina ji bo parastina herêmê pêwîst e û bandorê li jiyana ciwanan nake.

Berovajî herêmên din ên Sûriyê, şervanên Erka Xweparastinê bi rûmet dijîn, divê komîteyek were avakirina da ku ciwanan îqna bikin ji bo ku Erka Xweparastinêbi cih bînin.”

Her wiha Riyad Derar ji bo hewildanên tevliheviyê jî balkişand li ser hewildanên Tirkiyê û diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 2018’an ve dixwaze Minbicê dagir bike.

Derar di berdewamiya nirxandina xwe de tekez kir ku çi nakokiyên li herêmê rû didin yekemîn yê ku sûd jê digre dewleta Tirk e da ku nakokiyan gûr dike.

Derar got:

“Dewleta Tirk daxwazê nirxê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em tê de dijîn têk bibe.Ji lew re divê gelê me ji gendelî, kesên tevliheviyan çêdikin û kesên ajantiyê pêk tînin hişyar bin. ”

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar di dawî de ji bo ku bandorê li aramiya herêmê neyê, pêşniyara şopandina şaneyên veşartî yên girêdayî hikumeta Şamê dewleta Tirk û şaneyên DAIŞ’ê kir daku nikaribin tevliheviyê derxînin.

Back to top button