Her ku hilbijartin nêzîk dibin, êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê jî zêde dibin.
Îro sibehê dewleta Tirk Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan ESP’ê operasyonek pêk anî.
Di operasyona binçavkirinê de Hevserokê ESP’ê Şahîn Tûmûklû hat binçavkirin.
Serdegirtin li 8 bajaran hatin kirin.
Gelek endamên ESP, SKM, ETHA û SGDF hatin binçavkirin.
Di nav kesên hatine binçavkirin de Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tûmûklû,
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz, namzetên Partiya Çepên Kesk jî hene.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev tişt parve kir:
“Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînek da destpêkirin ..
Di çarçoveya lêpirsînê de hat hînbûn ku gelek muwekîlên me hatin binçavkirin..
Di dosyayê de veşarî û astengkirina parêzeran heye.”
Doh sibehê jî dewleta Tirk li dijî rojnamevan û siyasetmedar operasyoneke nû gelek kes hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku, di encama bîlançoya operasyonê de hejmara kesên hatin girtin bû 48 kes.