Şehba-Ji ber tunebûna mazotê cotkar nikarin zeviyên xwe biçînin

Dorpêça li ser Şehbayê di hemû aliyên jiyanê bandor dike. Yek ji wan girîngtir çandinî ye.
Ji ber nebûna mazotê, cotkar nikarin bi rêya patozan zeviyên xwe biçînin û ev yek wê bi xwe re karesetekî bîne.

Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê dorpêçeke giran li kantona Şahbayê ferz dike û nahêle ku madeyên bingehîn bikevin kantonê.

Sektora çandiniyê ku yek ji stûnên aboriya civakê ye, ji ber dorpêçê bi giranî xesar dîtiye.

Her wiha li gorî Komîteya Çandiniyê ya kantonê ji ber dorpêç, tunebûna madeyên çandiniyê û bihabûnê, zeviyên çandiniyê bi rêjeya ji sedî 30 bor in.

Ji ber nebûna mazota pêwîst a avdanê, bi rêjeya ji sedî 10 zeviyên avî îsal bejî hatin çandin.

Ji bo avdana zeviyan pêwîstî bi miqdarên mezin ên mazotê heye da ku jenerator bixebitin û avê çekin nav zeviyan.

Lê tunebûna mazotê, xesareke mezin li çandiniyê tîne û dibe sedem ku karesatek li herêmê rû bide.

Berhemên çandiniyê dê xerab bibin, ji ber ku mazot tûne ye, ji bo rêya patozan bên çinîn.

Back to top button