Li Venedîkê qeza otobusê: 21 mirî, 18 birîndar

Di qezaya otobusê ya li bajarê Venedîk yê Îtalyayê de, 21 kes mirin. Ji ber rewşa heyî li bajêr şîn hate ragihand.

Li bajarê Venedîkê yê Îtalyayê qezaya otobusê rû da û di encamê de 2 jê zarok herî kêm 21 kes mirin:

Her wiha 18 kes jî birîndar bûn.

Di nava birîndaran de rewşa 4 kesan jî giran e.

Tîmên alîkariyê û agirkujiyê tevahiya cenazeyan rakin û agir vemirînin.

Şaredarê Venedîkê Luigi Brugnaro li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bûyera qezayê wekî qiyametê bi nav kir û li bajêr şîn ragihand.

Otobusa ku geştiyarên biyanî tê de bûn dema ji navenda bajêr diçû qada kampê ya li Marghera qeza kir.

Hat diyarkirin ku di nav geştiyarên di otobusê de Ukraynî, Alman, Fransî û Xirwatî jî hene.

Rêveberê têmên agirkujiyê Venedîkê Mauro Luongo diyar kir ji ber derketina agir rewşa heyî gelekî xirab bû û wiha got: ”

“Dîmena ku em pê re rû bi rû man tirsnak bû. Rakirina hin cenazeyan nêzî saetekê dirêj kir.”

Heta niha jî sedema qezayê ne diyar e.

Lê hate diyar kirinê îhtîmale ajokarê Îtalî yê 40 salî beriya qezayê rewşa xwe ya tenduristiyê xirab bibe.

Li gor agahiyên rayedaran wesayit ji ber li xetên elektrîkê qelibiye agir pê ketiye.

Back to top button