Ferîde Alkan: Azadiya Rêber Apo, bersiva li dijî komployê ye

Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan û Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya KNK’ê Nîlûfer Koç Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber APO şermezar kirin. Hat diyar kirin ku komplogerên 9’ê Cotmehê li hemberî têkoşîna 24 salan têk çûn, ji ber ku Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo sînor derbas kirine.

Komploya navnetewî di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Çendî armanc di şexsê Rêber Ocalan de tesfiyekirina tevgera azadiyê bû jî, lê komploger negihiştin armanca xwe.

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê ya Star (YJA-Star) Ferîde Alkan bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî nirxandin kir.

Ferîde Alkan anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in di nava şert û mercên herî giran ê dîlgirtinê de li dijî dewleta Tirk a faşîst qirker û hêzên komploger têdikoşe û got: Niha li ser asta cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO çalakî têne lidarxistin, kampanyayên îmzeyan têne birêvebirin û di girseyî de xwedî li Rêbertî derdikevin.

Ferîde Alkan destnîşan kir ku Komplogerên 9’ê Cotmehê li hemberî têkoşîna 24 salan têk çûn û wiha anî ziman:

Ji ber ku Rêberê me haya xwe ji van hemûyan hebû.

Ji aliyê teorîk-felsefîk, îdeolojîk-polîtîk ve li ser bingeha têkoşînekê tevgera azadiyê û gelê me ji pêvajoyê re amade kir.

Niha jî bi îmhakirina gerîla dixwazin armancên xwe pêk bînin.

Azadiya fîzîkî ya Rêber me wê bersiva li dijî komployê be.

Ferîde Alkan got, “Encamên şerê gerîla vê yekê nîşan dide ku pênc meh in bi rengekî bêhempa û însiyatîfeke mezin pêngavên şoreşgerî tê meşandin.”

Nîlûfer Koç: Têkoşîna ji bo Rêber Apo sînor derbas kirine

Nîlûfer Koç diyar kir ku bi fikir û têkoşîna Rêber Ocalan “rastiya ku gelê kurd xwedî li doza xwe derdikeve” derketiye holê û got:

Ji ber ku ev geşedana nû li hesabê hêzên global nehat, li hemberî Rêber Apo komploya derxistina ji Rojhilata Navîn gerandin.

Armanca sereke ya komployê ew bû ku nehêlin Rêber Apo bi fikrên xwe bibe pêşengê serdemê û pêşî li ber şoreşa li Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo bigirin.

Kurdan bi bedêlên giran pêşî li ber îmhayeke mezin girt û komplo pûç kirin.

Ev helwesta gelê kurd bandorê li hemû gelên herêmê jî kiriye û ji bo wan bûye cihê hêviyê.

Nîlûfer Koç destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Reber Ocalan sînor derbas kirine û wiha dawî li axavtina xwe anî:

Azadiya Rêber Apo, dê bibe tekane mifteya çareserkirina meseleya kurdî.

Back to top button