HPG: Li herêma Metîna 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayan li herêma Metînayê li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Her wiha diyar kir dagirkeran careke din bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 30’yê Îlonê li qada Girê Sor ya herêma Metîna bi çekên ferdî û bombeyên destan li hêzên dagirker hate xistin.

Di vê çalakiyê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

HPG: Hevrêyên me Zinar û Biling bi lehengî şehîd bûn

Piştî vê çalakiyê tîmên me yên bi tevger yên li erazî li dagirkeran xistin ku dixwestin destwerdanê li hêzên me yên ku çalakî kirine, bikin.

Di encama şerê ku derketî de hevrêyên me Piling Teyî û Zinar Reş bi qehremanî şehîd bûn. Em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe û gelê Kurdistanê re dixwazin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de jî li herêmên Zap û Xakurkê çalakî hatin lidarxistin.

5’ê Cotmehê li qadên Sîda û Saca yên Zapê û li qada Girê Şehîd Derwêş yê Xakurkê di encama çalakiyên tîmên bi tevger de derb li hêzên dagirker hate xistin.

HPG: Artêşa Tirk 8 caran bi çekên kîmyewî êriş kir

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî, 6 caran bi balafirên şer, 44 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

HPG: Îran qadên bi ser Xakurkê bombebaran dike

Li aliyê din HPG’ê diyar kir 5’ê Cotmehê hêzên Îranê qadên Hornê û Girê Berbizinê yê Goşînê a girêdayî Xakurkê bi obus û hawanan bombebarankirin.

 

Back to top button