“Jinên Kurd pêşengiya şoreşeke nû ya azadiyê dikin”

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas têkildarî êrişa li dijî rojnamevan Nagîhan Akarsel daxuyaniyek da.
Rêxistinê Nagîhan Akarsel weke rojnamevaneke femînîst a bihêz binav kir û
got,
Êrişa li dijî Nagîhan di wextekî wiha de pêk hat ku jinên Kurd pêşengiya şoreşeke nû ya azadiyê dikin.

Di serî de civaka Kurd, hêrsa li dijî rêveberê Akademîya Jînlojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel zêde dibe.

Bi rojane li Kurdistan û gelek navendên cîhanê kujerî û êrişkariya dewleta Tirk tê şermezarkirin.

Têkildarî mijarê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas-RSF daxuyaniyek belav kir.

Rêxistinê bi bîr xist ku 4’ê Cotmehê Nagîhan Akarsel li ber mala xwe a bajarê Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de hate kuştin û got,

RSF: Dengê femînîsteke Kurd hate birîn

Dengê femînîsteke Kurd hate birîn.

Bi vî awayî di nava salekê de li Kurdistana Iraqê bû cara 5’an ku kesayetên Kurd dibin armanca êrişan.

RSF di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya ku êriş lê pêk hatî jî û got;

Di wextekî de Kurd ji bo azadiya jinê pêşengiya serhildanê dikin, Nagîhan Akarsel hate kuştin.

Banga me li rayedarên herêmê ew e ku vê bûyerê ronî bikin û kujer bêne cezarkirin.

Back to top button