Tayland.. Navenda zarokan bû armanca êrişê

Li Taylandê, polîsekî ku ji kar hatibû dûrxistin bi ser navendeke perwerdeya zarokan de girt.
Di encamê de herî kêm 32 kes hatin kuştin.
Û ji wan 23 zarok in.

Êriş danê nîvro li bajarê Nong Bua Lam Phu rû da.

Li gorî agahiyên ku rayedarên ewlekeriyê parve kirin:

Dema zarok li ser xwarinê bû êriş pêk hat.

Kujer destpêkê 4 wezîfedarên navenda zarokan kuştin.

Paşê gulle li derdorê reşand.

Tayland.. Di nava qurbaniyên êrişê de 23 zarok hene

Di êrişê de herî kêm 32 kes hatin kuştin.

Di nava qurbaniyan de 23 zarok hene.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku êrişka polîs e û beriya demekê ji kar hate dûrxistin.

Rayedarekî polîsên herêmê diyar kir ku kesê êrişkar piştî bûyerê çûye mal, hevjîn û zarokê xwe kuştine.

Û paşê întîhar kiriye.

Back to top button