Parêzer Ozgur Erol: Li Îmraliyê ramanên Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin

Ji parêzerên Rêber Apo Ozgur Faîk Erol diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo rasterast bandorê li ser siberoja Tirkiye dike û got: “Pergala li Îmraliyê hatiye avakirin bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re girêdayîye. Kesên ku dixwazin di bin şert û mercên demokratîk de bijîn divê li dijî tecrîdê rabin.”

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol ku parêzeriya Rêber Apo dike, tecrîda li ser Rêber Apo û bandora wê nirxand.

Ozgur Faîk Erol diyar kir ku ji roja Rêber Apo hatiye dîlgirtin heta niha Îmralî bûye cihê herî awarte yê Tirkiyê.

Parêzer Erol anî ziman ya ku li Îmraliyê tê tecrîdkirin fikr û ramanên Rêber Apo ne û wiha got:

Paradîgmaya Birêz Ocalan tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e.

Lê tevî vê rewşa tecrîd û agahî-negirtinê jî paradîgmaya birêz Ocalan ji bo gelan bûye hêvî û bawerî.”

Parêzer Erol: Polîtîkaya tecrîdê tenê ne pirsgirêka Kurdan e

Erol destnîşan kir ku raya giştî ya demokratîk a Tirkiyê bi awayek xemsar nêzî rista Rêber Apo dibe û wiha dewam kir:

“Rewşa Ocalan ji nedîtî ve tên.

Polîtîkaya tecrîdê tenê ne pirsgirêka kurdan e.

Ji ber vê yekê ye ku tecrîda li Îmraliyê li ser hemû civakê û girtîgeh û saziyan belav bûye.

Her kesê ku civakek demokratîk û azadîxwaz dixwaze divê guh bidin Abdullah Ocalan.

Her kesî di pêvajoya çareseriyê de dît ku ramanên birêz Ocalan bandorê li wan dike.”

Parêzer Erol: Ji bo jiyaneke demokratîk li ber tecrîdê rabin

Parêzer Ozgur Faîk Erol anî ziman tecrîda li ser Rêber Apo rasterast bandorê li ser siberoja Tirkiyê dike û ev bang li her kesî kir:

Pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re girêdayîye

Li gorî vê yekê çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e.

Her kesên ku dixwazin di bin şert û mercên demokratîk de bijîn divê li dijî tecrîdê rabin.”

Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Ji paradîgmaya Abdullah Ocalan tirsiyan

Back to top button