Bazyanî Milko: Bi hevkariya PDK’ê dewleta Tirk îsal 4 milyon dar li Behdînanê biriye

Serokê Partiya Kesk a Başûrê Kurdistanê Milko Bazyanî ji Roj Newsê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li herêma Behdînanê daristanan wêran dike.

Milko Bazyanî diyar kir ku dewleta Tirk par 4 milyon dar li herêmê bi rêya şîrketekê li Behdînanê birî.

Bazyanî dazanîn ku bi hevkariya PDK’ê hêrêm tê wêran kirin.

Milko destnîşan kir ku hin herêmên Behdînanê ji ber birîna daran bûne mîna çolê.

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê di dawî de agahî da ku wan li Netewên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê li ser vî sûcî kirin e, lê heya niha bersiv ji wan re nehatiye dayîn.

Back to top button