Hate ragihandin ku Hikumeta Şamê alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê hatiye komkirin didize û di nav sûkan de difroşe ..
Li gel vê yekê berpirsên hikumeta Şamê li parêzgeha Helebê, alîkariyên xwarin û tenduristiyê depo dikin..
Ev alîkarî jî ji aliyê gelek dewletan ve ji mexdûrên erdhejê re hatine pêşkêşkirin.
Çavkaniyên pêbawer li parêzgeha Helebê ragihandin :
Ku aliyên girêdayî hikumeta Şamê di çend rojên dawîn de bi sedan barên alîkariyan wergirtin..
Piştî tijîbûna depoyên balafirgeha navneteweyî ya Helebê, ew veguhastin Sûk Întac a taxa Muhafeza ya Helebê.
Heman çavkaniyan gotin:
“Heta niha alîkarî nayên belavkirin lê belê li Sûka Întaj têne depokirin.
Têkildarî jêdera alîkariyan, çavkaniya destnîşan kir ku alîkarî ji Îran, Cezaîr, Iraq in ..
Tê de madeyên xwarin û tenduristî hene ku yekser ji xelkê Helebê re hatine şandin.
Bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye , li çolê dimînin..
Tenê Heyva Sor a Kurd alîkariyên lezgîn ji her du taxan re pêşkêş dike, lê dîsa jî têrê nake.