Şandeyeke Solvakî serdana Rojava kir

Di 12’ê mehê de şandeyeke Slovakî serdana Rojava kir ..
Her dû aliyan balkişand li ser paşguhkirina civaka Navdewletî ji dosyaya malbatên DAIŞ’ê re.

Şande bi serokatiya Igor Bokoin Rêvebirê Rêveberiya Konslonsxaneyan di Wezareta Derve û Karûbarên Ewropî ya Komara Slovakyayê de pêk dihat.

Herdû aliyan rewşa giştî ya Sûriyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotubêj kirin ..

Taybet piştî erdheja wêranker ku li Sûriyê û Bakurê Kurdistanê rû da..

Cîgirê Hevserokatiya Daîriya Têkiliyên Derve ya Rêvberiya Xweser Robir Beho di civînê de axivî û got:

Civaka Navdewletî dosyaya malbatên DAIŞ’ê paşguh dike ..

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser her tim bang li hemû welatan dike ku berpirsyariya hemwelatiyên xwe bigirin.

Jineke û 2 zarokên DAIŞ’ê radestî şandeyê hatin kirin

Igor Bokoin ji aliyê xwe ve ji bo pêşwazîkirin û alîkariya wan spasiya Rêveberiya Xweser kir…

Di dawiyê de daîreyê jinek û 2 zarokên DAIŞ’ê radestî şandeyê kirin..

Çiya Kurd ji Şandeya Brîtanî re: Gefên dewleta Tirk ranewestiyan e

Back to top button