Cemîl Bayik: Rêber Apo kesayetek ku têdikoşe afirand

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku komploya navneteweyî di asta îdeolojîk, siyasî, leşkerî û psîkolojîk de li her qadê dewam dike û got, “Mîna plankirî bi ser neket, lê hîn jî dewam dike.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ji ber salvegera 24’an a komploya navneteweyî ji ANF’ê re axivî.

Cemîl Bayik komplo şermezar kir û dazanîn ku komplo di pêşengtiya Îsraîl, Amerîka, Rûsyaya Sowyeta ji hevketî de di encama bazarên qirêj de pêk hat.

Cemîl Bayik diyar kir ku hêzên Komploger heseb kirin ku ger komployê pêkbînin wê tevgera azadî û rêxistina gelê kurd belav bibe.

Bayik Balkişand li ser rêxistinkirina Rêber Apo ya gel û got:

Rêber Apo di dîroka Kurdistanê de bi rêbaza xwe ya Rêbertiyê bêguman yekane ye.

Di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn e ku Rêberek bi komployeke navneteweyî tê girtin, li zindana yekkesî ya Îmraliyê tê bicihkirin û tevî vê jî Kurd ji hev belav nabin

Li gel 25 salên di ser de komployê re derbas bûne jî têkoşîn û berxwedana xwe her tim dewam kiriye.

Rêber Apo partî û gelekî welê afirand ku komployeke navneteweyî ya di vê astê de bêrehm lê bê kirin jî ev partî û gel wê li ser xeta Rêber Apo bi biryar û rêxistinî têkoşîna xwe dewam bike.

Ev di dîroka me de tiştên nû ne, gelekî girîng in.”

Cemîl Bayik diyar kir ku çalakiyên şehîdên kes nikare roja me tarîbike, yên gelê kurd ê 4 beşên kurdistan û Ewropayê komplogeran şaş û matkir û hişt ku di koployê de hin rêbazan bigûherînin.

Bayik dazanîn ku Komploya navneteweyî di nava Kurdan de ruhê yekîtiya neteweyî afirand û got:

Cemîl Bayik: Komploya navneteweyî di nav Kurdan de rihê yekîtiyê avakir

“Hemû çînên li kurdistanê, her wiha eşîr, beşeke mezin a cerdevanan li dora Rêber Apo bûn yek, sekneke hêjayî rûmet û yekîtiya neteweyî nîşan dan.

Hebûna Rêber Apo, paradîgmaya wî, ruhê têkoşînê û hişmendiya neteweyî ya ku wî afirand, bû bersiv ji hesreta dîrokî ya gelê me re.

Ji ber vê yekê gelê me yekîtiya neteweyî li hemberî komploya navneteweyî yekemcar di vê astê de bi xurtî nîşan da, xwedî li Rêber Apo derket.”

“Komplogeran dixwest xeta nokeriyê bikin alternatîf”

Cemîl Bayik hesab û armancên li ser komployê jî wiha şîrovekir:

“Wê demê hesabê wê dihate kirin ku divê teqez derb li vê tevgerê bê xistin û xeta nokerî û rêbertiyê ya alternatîf bidin pêş.

Yanî yek ji armancên komploya navneteweyî ew bû ku bi navê Kurd û Kurdistanê xeta PDK’ê bidin pêş û weke muxatab nîşan bide.”

“Rêber Apo bi paradîgma xwe komplo vala derxist”

Cemîl Bayik negihiştina komployê armanca xwe bi çend xalan şorove kir

-Sekna Rêber Apo û pêşxistina paradîgma Netewa Demokratîk koplo pûç kir.

-Komploya navneteweyî di asta îdeolojîk, siyasî, leşkerî û psîkolojîk de li her qadê dewam dike û got, “Mîna plankirî bi ser neket, lê hîn jî dewam dike

-Dewleta Tirk a mêtinger qirker berevajî îsyanên Kurdan ên di dîrokê de yekemcar li hemberî Rêber Apo û PKK’ê bi ser neket, gelê Kurd jî bi PKK’ê gihîşt asta têkneçûnê û bû xwedî hêz, moral û piştgiriyê.

-Kesayetiya Barzanî û rastiya PDK’ê bi komployê hîn zêdetir hate naskirin, teşhîr bû.

– Plana berdana hev a gelên Kurd û Tirk pûç bû.

– Pradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêber Apo di asta cîhanê de îro her tiçe têqebûl kirn û bûye hêviya gelan.”

Cemîl Bayik: Ji bo têkbirina tecrîdê asta têkoşînê bilind bikin

Di dawî de Cemîl Bayik diyarkir ku tecrîd nîşan dide ku komplo bi giştî neqediyaye û bang li her kesî kir ku ji bo têkbirina komployê asta têkoşîna xwe bilintir bikin.

Back to top button