Alîkariya QSD’ê ji bo şêniyên Hesekê dewam dike.
QSD’ê eşkere kir ku wê 65 stêr avê rojane li bajêr avê li şêniyan belav bikin.
Xwedîderketina gel tenê di sînorê parastinê de nema, ew gelek xalên xwe bê av hiştin û berê xwe dan gel.
Îro QSD’ê eşkere kir ku wê 65 stêr avê rojane li bajarê Hesekê avê li şêniyan belav bikin.
Stêrên ku ji bo gelê Hesekê hatin veqetandin, ji îro de dest bi belavkirina avê kirin.
Stêrên avê wê li Meclis û Komînan bên belavkirin.
Ev yek wê heta dawiya vê mehê dewam bike, ji bo ku hinekî azarên şêniyên bajêr sivik bike.