Reqa-Qeyda milkiyetê tê aktîfkirin

​​​​​​​Meclisa Sivîl a Reqayê li bajêr navendeke aktîfkirina qeyda milkiyetê vekir.
Navend ji bo ku karên milkiyeta welatiyên Reqa û gundewarên wê bi rê ve bibe, belge û arşîvên milkiyetê jî kom bike.

Navend li başûrê Çerxerêya Neîm a li naverasta bajêr hate vekirin.

Li ser girîngiya navenda qeyda milkiyetê ya li Reqayê, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El-Zîb axivî û wiha got:

“Piştî QSD’ê Reqa rizgar kir, Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya QSD’ê parastina qeyd û nîgarên kadastroyê yên Reqa û gundewarên wê li dibistaneke Reqayê kir.

Reqa-Xebata navenda qeyda milkiyetê şemiya bê dest pê dike

Bi aktîfkirina vê navendê re dê hemû li navendê werin komkirin.

Li gorî meclisê, xebata navenda qeyda milkiyetê dê şemiya bê dest kar bike û welatî dikarin serî li navendê bidin.

Back to top button