Dagirkeriya Tirk li Zirganê hawzeke avê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker hewzeke avê ya li gundê Merzî yê navçeya Zirganê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker seatên sibehê hewza avê yê gundê Merzî yê li bakurê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê, topbaran kir.

Ji ber topbaranê ziyan gihaştin hewzê.

Doh sibehê jî dagirkeriya Tirkiyê gundê Um El Kêf ê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Deham Ehmed Mihemed ê 26 salî birîndar bû.

Beriya wan jî dagirkeran gundê şirkê yê Eyn Îsa komkujî pêk anî 2 jê zarok 3 welatî şehdî bûn 3 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji pêr ve herêmên Til Temirê, Zirgan û Eyn Îsayê topbaran dike.

Back to top button