Hêzên Asayîşê ragihand wan kujerê jina bi navê Hîba Mehmûd El-Xelef girtiye.
Piştî 4 rojan ji rûdana bûyerê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ragihand ku hêzên wan ên Dijtawanê kujerê jina bi navê “Hîba Mehmûd El-Xelef” girtiye.
Asayîşê eşkere kir ku piştî şopandin û bidestxistina belgeyan derket holê ku hevjînê wê ew kuştiye.
Li gor Asayîşê, di dema dîtina cenazeya “Hîba” de, hevjîn û zarokê wê windayî bûn, lê belê piştî lêpirsînê eşkere bû ku wî ew kuştiye û zarok jî revandiye.
Jina navborî roja 6’ê tîrmehê li mala xwe ya li bajarê Hesekê kuştî hatibû dîtin û ji hingî ve hêzên Asayîşê dest bi lêpirsînê kiribû û vê gavê kujer hatiye gitrin.