KONGRA GEL salvegera 39’an a pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 39’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û bang kir bi şerê gel ê şoreşgerî û avakirina civakî, faşîzmê têk bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

Kongreyê, salvegera 39’an a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Rêber Apo û herkesî pîroz kir û wiha got:

Di şexsê fermandarê mezin hevalê Egîd de hemû şehîdan bi bîr tînin.

Şehîdên me afirînerên destketî û nirxên gelê me ne.

Li ser bingeha xwedîderketina li şehîdan em soz didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin.

Kongreya Gel diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê, gelekî ku li ber tunekirinê bû jinûve li jiyanê vegerand.

Hate diyar kirin ku ruhê fedaî yê Apoyî yê gerîla li her çar beşên Kurdistanê belav bû û wiha got:

“Bi têkoşînê dîwarê tirsê yê polîtîkayên qirker mêtinger hilweşand.

Baweriya serketinê da gelê Kurd.

Di encama vê yekê de jî, ji aliyê pêkanîna yekîtiya civakî û neteweyî ve gerîla bi roleke stratejîk rabû.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL dawiyê bang li her kesî kir ku sala 40’î ya Pêngava 15’ê Tebaxê li ser bingeha yekbûna li dora azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşwazî bikin,

Û di çarçoveya avakirina civakî û şerê gel ê şoreşgerî de têkoşînê bilind bikin.

Zozan Çewlîk: Em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê dikarin dijmin têk bibin

Back to top button