Bi deh hezaran bikarhênerên medya civakî tev li kampanyayê bûn

Kampanyaya Hastagh’ê ya ji bo naskirina Rêveberiya Xweser du roj in dewam dike. Heta niha nêzî 300 hezar kesan piştgirî dane kampanyayê. Endamê Meclisa Medya Dijîtal A Kurdistanê Newroz Mehmûd diyar kir ku bi vê kampanyayê jî hate dîtin ku cîhan piştgiriya statuya Rojava dike.

Newroz Mehmûd ku derbarê mijarê de ji televîzyona me re axivî, diyar kir ku bandora kampaniyayê gelekî mezin bû û nîşan da ku tevhiya cîhanê li Şoreşa Rojava xwedî derdikeve.

Mehmûd anî ziman ku gelek hêzên cîhanî û siyasî ji parlamenter û alîgirên şoreşa jinê tevlî hemleyê bûn.

Mehmûd destnîşan kir ku tenê di saetekê de zêdeyî 250 hezar twitt hate avêtin û ew twitt karibûn propagandayên dewleta Tirk dijî kurdan vala derxîne û rastî li pêşiya cîhanê raxîne ber çavan.

Back to top button