Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 welatiyên din revandin û welatiyek jî hate kuştin.
Li gorî ANHA’ê ku ew jî dispêre çavkaniyeke xwecih da zanîn ku çeteyan li Cindirêsê 2 welatî revandin.
Kesên hatine revandin jî, Heysem Oso ji Kefer Delê ya Jor û Heysem Cuma Gaziyê ye.
Heya niha nayê zanîn her du welatî çima hatine revandin û aqûbeta wan jî ne diyar e.
Li aliyekî din jî çeteyên Feyleq El-Şam welatiyê bi navê Ehemd Îso revandin.
Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, Ehmed Îso ji xelkê Kebaşîn e û bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye hatiye revandin.
Efrîn-Welatiyê temen mezin Elî Nûrî hate kuştin
Her wiha duh êvarî jî erebeyeke leşkerî ya Çeteyên El-Emşat welatiyekî temen mezin Elî Nûrî yê 65 salî ji gundê Şiyê kuşt.
Hat diyar kirin ku Nûrî li ser motorsiklêtê xwe bû û erebeya çeteyan lê qelibî.
Koçberên Efrînê bicihkirina biyaniyan li malên wan red dikin