Rûsya bi hiceta sîxurtiyê nûçegihanê WSJ binçav kir

Di demekî ku zextên li ser Rûsyayê zêde dibin de, Moskowê bala xwe daye ser çapemeniya biyanî.
Rûsya bi hiceta sîxurtiyê nûçegihanê rojnameya Wall Street Journal binçav kir.
Hikumeta Rûsya îdia dike ku rojnamevanê hatî binçavkirin karê sîxurtiyê dikir.

Nûçegihanê rojanameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) ê li Moskow Evan Gershkovich, li Rûsyayê bi sûcdariya sîxuriyê hat binçavkirin.

Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) diyar kir ku welatiyê Amerîkayê Gershkovich ê 31 salî dema dixwest agahiyên veşartî bi dest bixe, hat binçavkirin.

Servîsê ragihand ku agahiyên ku nûçegihanê Wall Street Journalê hewl dida bi dest bixe, girêdayî şirketek ya artêşa Rûsye û ew difikirin ku ev yek ji bo berjewendiyên Amerîka hatiye kirin.

Servîsê diyar kir ku Gershkovich di nav navên ku ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re weke rojnamevan hatiye diyarkirin e.

Moskow diyar nekir ku rojnamevan kengê hatiye binçavkirin.

WSJ: Demildest berdin

Rojnameya WSJ li ser girtina xebatkarê xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rojnameyê xwest ku demildest nûçegihanê wan were berdan û got:

“Em bi Evan û malbata wî re di nav hevgirtinê de ne.”

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) jî ragihand ku Gershkovich li ser koma çekdarên Wagner yên Rûsî ku di şerê li Ukraynayê de tên bikaranîn lêpirsîn dikir.

RSF’ê got:

Binçavkirina rojnamevanê Amerîkî “wek tolhildanê xuya dike.”

Hikumeta Rûsya: Li ser sûc hate girtin

Li aliyê din Berdevka Wezîreta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îdia kir ku Gershkovich ji ber ku pîşeya xwe ji bo veşartina “çalakiyên negirêdayî rojnamegeriyê” bi kar aniye “li ser sûc hatiye girtin.”

Kremlîn got;

Ev mijar ji FSB re eleqedar bû lê wan dizanibû ku Gershkovich “li ser sûç hatiye girtin.”

Li Rûsyayê ji bo sûcê sîxuriyê heta 20 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Herî dawî Gershkovîch ji rojnameya WSJ re nûçeya derbarê cezayên li ser Rûsya û bandora şerê li Ukrayna çêkiribû.

Back to top button