Ibrahîm Qeftan: Erdogan di navneteweyî de bi bin ket û bi terorîstan re bi ser ket

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan dibêje eger Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di destwerdana kar û barên cîran û piştevaniya komên çete de israr bike, wê parçebûnên mezin li Tirkiyê çêbin. 

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan li ser siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker bi dosyayên herêmî û navneteweyî re pêk tîne, axivî.

Îbrahîm Qeftan anî ziman ku:

“Rastiya dewleta Tirk hewl dide li herêmê bike û berê jî xaka Sûriyê dagir kiriye û êrîşên ku niha li herêmê pêk tîne, hemû nîşaneyên rêzebinketina hundirê Tirkiyê ye.”

Li gorî Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, eger siyaseta Erdogan berdewam kir, wê serhildana gel li hundirê Tirkiyê li dijî Erdogan li dar keve û parçebûnên mezin çêbin û AKP’ê jî li beramber van sûcan wê berpirsiyar be.

Qeftan eşkere kir ku êdî di nava siyaseta navneteweyî de piştevanî û piştgiriya dewleta Tirk ji komên tundraw ên çete li gelek dewletên li Rojhilata Navîn eşkere û ne veşartî ye.

Jixwe ev çend hefte ne, bûyerên kuştin û serjêkirin li Fransa û Awistryayê li ser destê tundrewan rû dane û gelek aliyên peywendîdar têkiliyan wan rasterast bi Tirkiye û Qeterê ve girêda..

Îbrahîm Qeftan dibêje:

Erdogan niha di têkiliyên xwe yên bi dewletên herêmî û navneteweyî de, ji ber piştevaniya rêxistinên radîkal û terorîst, ber bi dawiyê ve diçe.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan der barê gefên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê û helwesta NATO’yê jî anî ziman ku:

“Dewleta Tirk a dagirker bi rêya gefên xwe yên li dijî herêmê, dixwaze bibêje ew nahêle ev projeya demokratîk bi ser bikeve.”

Back to top button