45 rojên din gelên li Tirkiye ji bo hesab pirsîna ji rejîma deshilat wê herin ser sindoqan.
Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê hate eşkerekirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê diyar kirin ku wê meşa demokrasiyê bi serkeftinê tacîdar bikin û gotin:
“Em rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin.”
Partiya Çep a Kesk li Enqereyê Beyannameya xwe ya Hilbijartinê eşkere kir.
Partiyê dirûşmeyên hilbijartinê weke “Em li vir in em ê bi hev re biguherînin” û “Dîsa em” wê propagandaya hilbijartinê bike.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di civîna Partiya Çep a Kesk de axivîn.
Buldan û Sancar diyar kirin ku ji bo vekirina rêya Komara Demokratîk ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk dikevin hilbijartinê.
Sancar: Me xwe li ber zextan netewand
Mîthat Sancar bi gotina “Em li vir in” dest bi axaftina xwe kir û wiha got:
“Me li hemberî zilmê serê xwe netewand, me xwe li ber zextan netewand, me meşa xwe ya di vê rêyê de bi vî awayî domand û vaye em li vê derê ne.
Em ê bi hev re biguherînin.
Li dijî dîktatoriyê ji bo avakirina demokrasiyeke xurt em li vê derê ne û dê bi hev re biguherînin.
Sancar careke din piştrast kir ku wê di bin banê logoya Partiya Çep a Kesk de bikevin hilbijartinê.
Buldan: Serdemeke nû ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî beşdar bi kurdî silav kir û wiha got:
“Îro, ji bo demokrasiyê rojeke girîng e.
Em, îro li vê derê bingeha serdemeke nû, rojên bihêvî û xweş bi hev re di deynin.
Danezana me, bernameya çareseriya demokratîk a Tirkiyê ye.
Me, têkoşîna xwe xurtir kir û bi hev re xwe gihand vê derê.
Me tu carî gelê xwe, bê alternatîf nehişt.
Buldan: Em bi navê vebijêrkê Çep a Kesk e tên
Pervîn Buldan têkildarî beşdarbûna wan ya di bin logoya Partiya Çep a Kesk de jî ev tişt anî ziman:
Me li dijî kompas û dozên girtinê, vebijêrkek ava kir.
Me rêyeke nû vekir!
Vaye navê wê vebijêrka nû jî Çep a Kesk e.
Me, Rêya Sêyemîn bi rêya Çep û Keskê re kir yek û veguherand rêya hevpar a bi milyonan kesên guherînê dixwazin.
Em niha jî jibo destpêkeke nû ya li Tirkiyê tên.
Di pirsgirêka Kurd de çareserî
Buldan daxuyakirin ku di pirsgirêka Kurd de ew bi çareseriyê tên û wiha domand:
Ji bo ku di sedsala duyemîn de heqîqet derkeve holê û ji bo hevrûbûnê em tên.
Ji bo ku yek jineke din kêm nebe, ji bo wekhevî û azadiya jinan em jin tên.
Em ê sed parlamenteran bi dest bixin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di dawiyê de anî ziman ku ew armanc dikin bi 100 parlementerî derbasî meclisê bibin.