Artêşa Sûrî: 148 ji çeteyên Nûsrayê hatin kuştin

Li Idlibê, şerên giran di navbera rêjîma Sûrî û artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de pêk hat. Rêjîmê ragihand ku 148 çete hatin kuştin, Tirkiyê jî got ku hilokoptereke rêjîmê xistin xwarê. Bi daxuyaniyekê jî, Fermandariya Giştî ya Hêzên Rejîma Sûriyê ragihand ku wê bersiva êrişên Tirkiyê bide.

Li Idlibê dîsa şerên giran di navbera artêşa Tirk, çeteyên wê û artêşa rêjîma Sûrî de çêbû.

Hat ragihandin ku artêşa rêjîmê bi piştgirya Rûsyayê, êrîşên berfireh li ser tevahiya bajarokê Nêribê pêk anî û çete paşve vegrenadin.

Li gorî artêşa Sûrî di encama van şeran de 148 ji çeteyên Nûsrayê hatin kuştin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
TIRKIYE: HILOKOPTEREKE RÊJÎMÊ HAT XISTIN Û 51 LEŞKER KUŞTÎ Û BIRÎNDAR IN

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê, ragihand ku li bajarokê Nêribê hilokoptereke rêjîmê xistine xwarê.

Hat teqezkirin jî ku 4 leşkerên di hilokopterê de hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê, ragihand ku di şerê li Idlibê de 51 leşkerên rêjîma Sûrî di nava kuştî û birandaran de ne, tevî teqandina 2 tankan.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
TIRKIYÊ KRAWANEKE LEŞKERÎ KU JI 60 MAŞÎNEYAN PÊK TÊ ŞAND IDLIBÊ

Her wiha ji bo piştgirya çeteyan, Tirkiyê krawaneke leşkerî ku ji 60 maşîneyan pêk tê şand Idlibê.

Li gorî çapmeniya Tirkî jî, artêşa Tirk hêza xwe ya leşkerî li bajarê Hatayî ya bi sînorê Sûriyê ve zêde kiriye.

Ev êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di çarçoveya vegerandina deverên ku herî dawî rêjîm bi dest xistine tê, di nav de vegerandina bajarê stratejîk Seraqibê.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
BALAFIRÊN RÛSYAYÊ GUNDEWARÊ ROJAVAYÊ HELEBÊ BOMBEBARAN KIR

Li aliyeke din, balafirên şer ên Rûsyayê gundewarê Rojavayê Helebê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin leşkerîn Tirk li wê deverê xwe bi cih kiribûn.

FERMANDARIYA GIŞTÎ YA HÊZÊN REJÎMA SÛRÎ:
ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ YÊN BI ARMANCA PARASTINA TERORÊ WÊ BISER NEKEVE

Ajansa Sana ya girêdayî rêjîma Sûrî, ragihand ku artêşa rêjîmê piştî herêma El-Raşidîn, Xan El-Esel ya dikeve rojavayî Helebê bi dest xist.

Îro jî, Fermandariya Giştî ya Hêzên Rejîma Sûriyê got, êrişên Tirkiyê yên bi armanca parastina terorê wê biser nekeve û ragihand ew ê bersiva êrişên Tirkiyê bide.

Back to top button