117 Hezar îmzeyên kesên ku binpêkirinên Tirkiyê şermezar dikin hat komkirin

Însiyatîfa Parastin a Hiqûqî û Komîteya Belgekirina sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd zêdetirî 117 hezar îmzeyên kesên ku binpêkirinên Tirkiyê şermezar dikin, kom kirin û dê radestî rêxistinên têkildar werin kirin

Ji bo belgekirina wan sûcên dagirkeriya Tirk li herêmê, Komîteya Belgekirina Sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd û Însiyatifa Parastin a Hiqûqî pêngava belgekirinan li ser du qonaxan da destpêkirin.

Komîteyê encamên xebatên xwe bi rêya daxuyaniyekê ji raya giştî re li Kampa Weşûkanî eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku zêdetirî 117 hezar îmzeyên ji koçberên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di nav kampan de dimînin hate komkirin.

Hat diyarkirin ku paştirê wê ev îmze weke raporek girêdayî qirkirina ku dagirkeriya Tirk li Bakur Sûriyê kirine, ji bo dadgeha cezayan a navneteweyî re were pêşkêşkirin.

Însiyatîfa Parastin a Hiqûqî û Komîteya Belgekirina sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd di daxuyaniya xwe de bang li civaka navnetew kir ku bi awayekî cidî bilivin û dagirkirina herêman bidawî bikin.

Back to top button