Li eniyên Hemayê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Çeteyên Tirkiyê û hêzên hikumeta Şamê li Sehil El-Xab û Cebel El-Zawiyê bi çekên giran êrîşê hev kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, li Sehl El-Xab çeteyên Trikiyê bi mûşekan, deverên hêzên hikûmetê kirin armanc.

Di encamê de, leşkerekî hikumetê hat kuştin û erebeyeke wan a leşkerî, hat rûxandin.

Hêzan hikumetê jî, li Cebel El-Zawiyê deverên çeteyan dan ber mûşekan, lê ti agahî der barê ziyanên wê de nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk 25 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Heman çavkaniyê diyar kir ku, artêşa Tirk 25 maşîneyên din û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer Losîn re, ber bi nuqteyên xwe yên li Cebel El-Zawiyê ve şandin.

Li aliyekî din, bi zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê, balafirên RûsÎ di 48 saetên dawî de, zêdeyî 100 êrîşên asmanî li dijî DAIŞ’ê pêk anîn.

Back to top button