Dewleta Tirk baregeheke din a leşkerî li nêzî rêya M4 ava dike

Baregeheke din a leşkerî ya dewleta Tirk li nêzî rêya M4 ya li bakurê rojavayê Eyn Îsayê tê avakirin.

Avakirina vê baregeha leşkerî, digel topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Eyn Îsayê pêk tê.

Weke di dîmanan de diyar dibe, baregeha dewleta Tirk tenê 500 metreyî ji bakurê rêya M4 ve dûr e.

Her wiha tê de radar, alavên leşkerî û çekên giran hatine bicihkirin, li derdora baregehê jî satirên axê hene.

Ev baregeha nû, tenê kîlometreyekê dûrî nuqteya hevbeş a hêzên hikumeta Şam û Rûsyayê ye.

Yekşema borî, dewleta Tirk ji baregehê ve, cara yekem aliyên başûrê navçeyê kirin armanca êrîşên xwe û 2 sivîl birîndar kirin.

23yê Mijdara borî jî, baregehek din a leşkerî li nêzî gundê Seyda ava kiribû.

Back to top button