“Fedekariyên şehîdên me sembola berxwdanê ne”

Bi diruşma “Fedekariyên şehîdên me sembola berxwdanê ne”, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di hefteya çaremîn a pêngava “Pîroziya Şehîdan” a ku ji 3 mehan ve hatiye ragihandin de, şahiyek ji bo zarok û malbatên şehîdan re li dar xist.

Hejmarek malbatên şehîdan ên Minbicê û Idlibê, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya li Reqayê tevlî şahiya li navenda Çand û Hunerê bûn.

Di şahiyê de berdevka Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û got: “Îro em li ser vê axa pîroz a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan disekinin, ji bo em fedakariya wan bi bîr bînin.”

Piştre helbest hatin xwendin û komên mûzîkê stran gotin û komên govendê derketin ser dikê û govend pêşkêş kirin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê zarok û malbatên şehîdan xelat kirin.

Back to top button