Li ser guhertina destûra bingehîn a Lîbya lihevkirin pêk hat

Di asoya Lîbyayê de rojên zehmet xuya dike. Meclisa Nûneran ji bo diyarkirina serokezîrekî nû dicive. Lê Serokwezîrê Hikumeta Demkî Dîbeybe dibêje ew dest ji deshilatdariyê bernade. Hemwextî vê yekê li dijî Dîbeybe êrişek çekdarî pêk hat. Tevî rewşa aloz, li ser guhertina destûra bingehîn a Lîbya lihevkirinek pêk hat.

Li Lîbya aloziya 2011’an li welat despêkirî, di nava demên dawiyê de derbasî qonaxeke nû dibe.

Hikumeta demkî ya Lîbya, dest ji deshilatê bernade û aliyên din yên welat ji vê yekê bihêrsin.

Berdevkê Meclisa Nûneran ê Tobrûkê Ebdullah Buleyhik di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê malpera civakîde diyar kir ku her du komîsyon li Dadgeha Meclisê ya Tobrûkê civiyane.

Di encamê de, komisyonan li ser rêkxistina destûra bingehîn li hev kirin.

Buleyhik derbarê naveroka ku komîsyonan li ser lihev kirî ti agahî neda.

Li dijî Dîbeybe êriş pêk hat

Hemwextî van bûyeran, li dijî Dîbeybe êrişek pêk hat.

Ajansa Reutersê re ragihand ku hewla kuştinê di dema ku Dibeybe vedigeriya mala xwe pêk hatiye.

Ajansê diyar kir ku êrîşkar reviyane û derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî agahiyan, kesên ku hewla sûîqestê dane, otomobîla Dîbeybe ku diçû mala wî ya li paytext Trablusê, gulebaran kirin.

Tê payîn ku Meclîsa Nûneran a Lîbyayê îro serokwezîrê nû yê ku ji bo serokatiya hikûmeta veguhêz hilbijartiye eşkere bike.

Piştî daxuyaniyê, tirsa wê heye ku li welêt şerekî nû yê desthilatdariyê û pevçûnên têkildarî wê rû bidin.

Piştî ku hilbijartinên demokratîk ên 24’ê Kanûnê pêk nehatin û demekî nû diyar nebû, hewldana guhertina Serokwezîr Ebdulhamîd Dibeybe derket pêş.

Di demekê ku parlementer dibêjin deshilata Dîbeybe 24’ê Kanûnê bidawî bûye, rêberê Lîbya vê yekê rede dike.

Dibebe di axaftina xwe ya 8’ê Sibatê de got, ew ê dest ji deshilatê bernede.

Back to top button