Bi hezaran Kurdistanî li Almanyayê Newrozê pîroz dikin

Li bajarê Frankfurt yê Almanyayê bi tevlîbûna hezaran Kurdistanî û dostên wan şahiya pîrozbahiya Newrozê hat li dar xistin.

Newroz ji aliyê KON-MED’ê ve bi dirûşma “Bi ruhê berxwedanê 50’emîn Newroz wê bibe Newroza Rêbertiyê” hat li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan ên ji eyalet û bajarên cuda yên Almanyayê bi dirûşmeyan herikîn qada Newrozê.

Kurdistaniyên ku bi cil û bergên xwe yên netewî qada Newrozê xemilandin, posterên mezin ên Rêber Apo, ala YPG, KCK û PKK’ê vekirin.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî girse her berfirehtir dibû û çalakiya Newrozê bi dîlanên bi coş didomiya.

Back to top button