Efrîn- Çeteyên Tirkiyê welatiyek revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike. Li Efrînê her roj welatî tên revandin û dar jî tên birîn. Herî dawî li ser maleperên civakî dîmene hate belavkirin, tê de birîna daran bi awayekî hov û komî tê xuyakirin.

Hovîtiya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrîna dagirkirî bê navber didome.

Îhsan emîn ê 55 salî li Efrînê revandin

Li gorî ANHA’yê çeteyên Tirkiyê welatiyê bi navê Ihsan Emîn Dilê (55) ji navçeya Şiyê revandin.

Çete bi awayekî komî darên zeytûnê yên Efrînê dibirin

Li aliyê din jî birîna daran bi awayekî komî dewam dike.

Hate ragihandin ku çeteyan 100 darên zeytûnê yên li gundê Burc Heyder yê Şêrawayê birîn

Ev darên ku hatin birîn jî milkê welatiyê bi navê Kemal Mamed bûn.

Her wiha li gorî dîmenekî ku li ser malperên civakî hatibû belavkirin, çete bi awayekî hov daran dibirin û wekî êzing qut dikin da ku li bazaran bifroşin.

Li aliyê din jî çeteyên dewleta Tirk li zeviyê ku dikeve navbera gundên Bircika û Kewkeba yên Şêrawayê 105 dar û li nêzî Gola Meydanikê jî 50 dar birîne.

Hêjayî gotinê ye ku ev kiryarên hov bi armanca guhertina demografiya Efrînê pêk tên.

Back to top button