Çiya Kurd: Divê Sûriyeyî dest bi diyalogeke cidî bikin

Duh salvegera 9`an a damezirandina Rêveberiya Xweser a Cizîrê bû .
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd salveger pîroz kir .
Her wiha bang li aliyên sûriyeyî kir ku dest bi diyalogeke cidî bikin .

Bi vê boneyê Bedran Çiya Kurd li ser hesabê xwe yê twitterê ev bone pîroz kir ..

Çiya Kurd banga diyalogeke cidî kir da ku aloziya li welêt bi dawî bibe û aştî pêk were.

Bedran Çiya Kurd di nivîsa xwe wiha got:

“Em vê destkeftiya dîrokî li gelê xwe pîroz dikin.

Her wiha bang li aliyan dikin ku dest bi diyalogeke cidî bikin..

Ji bo ku nexşerêyekê peyda bikin..

Da ku aloziya Sûriyê bi dawî bikin, aştî pêk were û dest bi ji nû ve avakirina welêt bikin.”

Back to top button