4. Kongre Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) li Şengalê bi tevlîbûna 250 delegeyan dest pê kir.
4. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) bi tevlîbûna 250 delege û 500 mêhvanan bi şîara, ‘Azadî, Demokrasî û Aşitî’ li nehiya Sinûnê ya Şengalê destpê kir.
Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û berpirsên leşkerî, serokeşîrên Êzidî û Ereb, oldarên Êzdî û nûnerên YNK’ê amade bûn.
Hevserokê PADÊ Emer Saleh: Tirkiye pêşya çareseriyê astenge
Rewşa ku rojhilata navîn têre derbas dibe hesas e û ya li pêşiya çareseriyê asteng, dewleta Tirk a faşîste.
Kongreya 4. a padê bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû
Kongrê bi nirxandina xebatan û plansaziyê dewam kir..
Piştre endamên Meclisa Rêveberiya PADÊ ku ji 21 kesan pêk tê û 5 jê jinin hatin hilbijartin.
Ev cara yekemîne ku li ser asta Êzidxanê 5 jin cihê xwe di rêvebirina partiyeka siyasî de digirin.
Kongre bi sondxwarinê bi dawî bû.