Rûniştina 20’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li eywana rûniştinê ya Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hate lidarxistin. Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak di rûniştinê de axivî û got: “Ev doz dozek siyasî ye û ev pergal îradeya kurdan tune dihesibîne.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî di nav de, 17 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin.
Parêzerên Doza Kobanê: Beyanên şahidan derew in
Di rûniştinêde ji parêzerên dozê Kenan Maçoglû li ser îfadeyên binakokî yên şahidên veşartî axivî û got: “Hemû beyanên şahidê bi navê Merdan Ruştuo-wali oglû derew in û ew heyetê dixapîne.”
Parêzer Maoglu ji dadgehê xwest beyanûn şahid lêkolîn bike û ew van şahidan qebûl nakin.
Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak yê ji doza Kobanê tê darizandin diyar kir ku ji bo qeyûm were tayînkirin ew hatiye girtin û got: “Ev doz dozek siyasî ye, her kes wisa dizane. Ev pergal tenê îradeya kurdan tune dihesibîne.