Aloziya aborî li herêmên hikûmeta Şamê kûrtir dibe

Artêşa Israîlê bi mûşekan navendên Hizballaha Lubnanê û komên girêdayî Îranê yên li Şamê topbaran kir. Di 24’ê seatên dawî de di encamê êriş û kemînên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî de 10 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Aloziya aborî ku bi nebûna sotemeniyê û bênirxbûna lîreya Sûrî kurtir bûye, keraseta mirovî bi xwe re derxistiye holê.

Tevgera erebeyan ji ber nebûna sotemeniyê û bilindbûna nirxê wê, hema bêje rawestiya ye.

Buhayê her dolarekî jî gihiştiye 6 hezar û 700 leyreyên Sûrî û bi vê re jî kirîn û firotin pir kêm bûye..

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, li herêmên hikûmeta Şamê, letreya Benzînê bûye 20 hezar û ya Mazotê jî 10 hezar leyreyên sûrî û peydakirina wê jî zehmet e..

Li Paytexta Sûriyê Şamê, hema bêje piranî welatî bê mazotin û bi sermeya zivistanê re rûbirû ne..

Ji ber vê rewşa xirab, piraniya Firne, Xwaringeh û Kargeh jî rawestiyan e.

Her wiha her cerekî Gaza malê jî bi 200 hezar leyreyên Sûrî tê firotin û lewra xeyala piranî welatiyan de ku gaza wan hebe.

Li gorî çavdêran, di nava 2 mehên derbasbûyî de, hêza kirînê ya welatiyên Sûrî ku berê jî pir kêm bû, 40% kêm buye.

Artêşa Israîlê êrişî Şamê kir

Li aliyê din, rewşa şer û aloziyê jî didome û duh di seatên şevê de artêşa Israîlê êrişî Şamê kir.

Nuqte û navendên Hizballaha Lubnanê û komên ser bi Îranê ve hatin bombebarankirin û 3 çekdaran jiyana xwe ji dest daye..

Li gorî SANA’ê, Pergala Parstina Hewayî ya hikûmeta Şamê karibûye hêjmarek ji moşekên Israîlê bêbandor bike..

Hêzên hikûemtê û çeteyan rojavayê Helebê cihên hev topbaran kirin

Li eniyên hikumeta Şamê bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî şer hebû.

Hat ragihandin ku Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li xetên şer ên li rojavayî Helebê bi çekên navîn cihên hev dane ber êrişan.

Di encamê de leşkerekî hikûmeta Şamê hatiye kuştin.

Hêzên hikûmetê bi topan gundewarên rojavayî Idlib û gundewarên rojavayî Helebê jî topbaran kir.

Li çolistana Sûriyê 10 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuşti

Dîsa çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku tevgera çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrê jî zêde bûye.

Li gorî çavdêriyê, di 24 seatên dawî de di encma êriş û kemînên çeteyên DAIŞ’ê de, 10 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Back to top button