Li eyaleta Hawaîî ya Amerîkayê, şewata li daristanê bi bandora bayê mezin bû.
Herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî hatin veguhastin.
Rojavayê girava Maûî ku stasyona tûrîstîk a Lahaîna lê ye, di nava agir de ma û peywendiya vê beşa giravê bi herêmên din re qut bû.
Şêniyên giravê diyar kirin ku beriya niha wan karesatek bi vî rengî nedîtine, tevahiya Lahaîna şewitî ye û bûye xwelî.
Şewat di roja sêşemê danê êvarê de destpê kir û li Maûî ku girava bingehîn a Hawaîî ye, bi bandora bayê bû sedema encameke giran.
Li gorî rayedarên eyaletê herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî hatine veguhastin.
Rayedaran diyar kirin ku bi hezaran hektar şewitî, li gel 16 rêyên bejahî hatîn girtin jî balafirgeha Maûî hîn jî dixebite.
Herî kêm 4 hezar geştiyarên li giravê hewl didin birevin.
Hate ragihandin ku hin kes ji bo xwe ji agir biparêzin xwe avêtine Oqyanûsa Pasîfîk.