Şêniyên Qamişlo şehîd Mustefa Hito bi merasîmekê oxir kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Mustefa Hito bi merasîmek girseyî oxir kirin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mustefa Hito yê 15’ê Tîrmehê di encama nexweşiyê de şehîd bibû, bi merasîmekê bi heybet li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Şêniyên bajarê Qamişlo piştî wergirtina cenazeyê şehîd ji taxa Enteriyê berê xwe dan goristana Şehîd Delîl Sarûxan.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê PYD, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Erka Xweparastinê ya herêma Cizîrê axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Di merasîmê de, biraziyê şehîd Mustefa, Hisên Elî Hito çeka apê xwe rakir û soza şopandina xeta wî da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Şêxmûs nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya de cenazeyê şehîd Mustefa Hito di nava durşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

Back to top button