Li Ekwadorê, beriya hilbijartinê kuştin çêbû

Li welatê Amrîkaya Başûr Ekwadorê, hilbijartinên serokomariyê nêz dibe.
Lê berî hilbijartinan bûyerek metirsîdar rû da.
Yek ji namzedê serokomariyê Villavicencio di êrişeke çekdarî de hate kuştin.
Li welêt ji bo du mehan rewşa awarte hate ragihandin.

Li welatê Amrîkaya Başûr Ekwadorê, hilbijartinên ku dê 20’ê Tebaxê de bê lidarxistin rê li kuştinê vekir.

Namzedê serokomariyê Villavicencio hate kuştin

Yek ji namzedê serokomariyê Fernando Villavicencio beriya hilbijartinên serokomariyê hate kuştin.

Villavicencio, endamê meclisa neteweyî ya welêt, duh li paytext Quito, dema mîtîngekê de di otomobîla xwe de rastî êrişeke çekdarî hat.

Serokê Ekvadorê Guillermo Lasso jî nûçeya mirina wî piştrast kir.

Lasso diyar kir ew ji ber vê êrişê ecêbmane û gelekî bi hêrsin û got:

“Ev êriş wê bê ceza nemîne.”

Li welêt ji bo 60 rojan rewşa awarte hat ragihandin

Her wiha Lasso piştî bûyera metirsîda li seranserê welêt ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihand.

Serdozgeriyê ragihand ku di êrişê de 9 kes birîndar bûne.

Di nav wan namzetek parlamenteriyê û 2 jî polîs hene.

Kesê êrişkar jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

Li gorî şahidên bûyerê Villavicencio sê gule di serê xwe de xwariye.

Berî vê serokê komekî çeteya gefan kuştinê ji Villavicencio xwaribû

Villavicencio yê 59 salî hefteya borî ragihandibû ku ew û ekîba wî ji aliyê serokê komekî çeteyan ve ku bi bazirganiya narkotîkê ve girêdayî ye rastî gefan hatine.

Lê tevî vê yekê jî Villavicencio li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû:

“Tevî gefên nû, em ê ji bo gelê xwe yê wêrek ê Ekwadorê têkoşînê bidomînin.”

Bi heman awayî kampanyaya hilbijartinê ya Villavicencio bal dikişand ser têkoşîna li dijî gendeliyê, hilweşandina hawirdorê û pirsgirêkên ewlehiyê yên Ekwadorê.

Li gorî anketên li welêt Villavicencio di tûra yekem de bi rêjeya ji sedî 13’ê dengan bibû namzetê duyemîn.

Back to top button