Çete darên daristanên li Efrînê dibirin

Ji bilî revand û kuştinê, talan û wêrankirina xweza û mûsimê Efrînê, bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê ranawestin.

Çete mûsimê pelên reza talan dikin û serê her darekê 100 L.S ji xwediyên wan distînin.

Çeteyan her wiha zêdetirî 10 hezar darên zeytûnê yên malbata ‘Xûbarî’ desteser kirine û ji destpêka Gulanê ve 3 sivîl kuştine. 

Kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane, li Efrînê dawî lê nayên.

Navende Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Surî, ragihand ku çeteyan 4’ê Gulanê, darên Sindiyana Romî yên ‘Xerabî Şêxa’ û darên daristana ‘Şêx Mihemed’ yê gundê Kefer Cenê yê Cindirêsê, birîn.

Navendê diyar kir ku çeteyên ‘Ehrar Şerqiyê’ bi hevkariya qaşo meclisa herêmî, birîna darên 7 daristanên din ên di navbera gundê Miskê Foqanî, Xalta û Kurda jî didomînin.

Çete mûsimê pelên rezan talan dikin

Li aliyekî din jî, mûsima îsal a pelên reza bi temamî hat talankirin û dizîn.

Heman Navendê da zanîn ku mûsima pelên reza li navçeya Bilbilê û Reco ne baş bû, ji ber dizî û çêrîna pezên malbetên çeteyan.

Çeteyên ‘Lîwa Siqûr Şemel’ ji bo her darokeke zeviyên li navçeya Bilbilê, 100 L.S ji xwediyê wê distînin.

Li navçeya Ba’îdîna jî zeviyên pelên reza yên Mihemed Ehmed Îbiş, Hisên Xelîl Ebdo û Hisên Mihemed Mihemed hatin dizîn û pez lê hatin çêrandin.

Çete li navçeya Şiyê jî li ser xwediyê zeviyan, 15% bacan disepînin.

Çete mal û milkên şêniyan desteser dikin

Her wiha desteserkirina mal û milkên şêniyên Efrînê yê resen jî bêserûber dewam dike.

Çeteyan bi sedan hêktar erdên çandiniyê, saman, malên şêniyan û zêdetirî 10 hezar darên zeytûnê yên malbata ‘Xûbarî’ yê ji gundê Cilbirê desteser kirin.

Vêleya Osman Axa Xûbarî ya li ser rêya gundê Tirindê jî, kirin nexweşxane.

Her wiha çeteyan, mala Cahî Xûbarî yê sêqatî rûxandin û bi dehan malên wê malbatê, veguherandin navendên leşkerî.

Li navçeya Şiyê jî çeteyan dikanên Hecî Xelîl Şêxo, Izet Bekir bin Kemal, Mihemed Ke’îlûk bin Mistefa, Zekeriye Emîn Elî Zeliyê û Zekeriye Nehsan dizîn û desteser kirin.

Çeteyan ji destpêka gulanê ve, 3 sivîl kuştin

Çeteyên dewleta Tirk li heman cihî jî, jineke temenmezin ji mala wê qewitand û xwe li şûnê bi cih kirin.

Li gorî Malpera Çalakvanên Efrînê, çeteyan ji destpêka Gulanê ve, Mihemed Izet Cîlo yê ji gundê Sariya yê Mabata

Elî Rehîmîn Omer 65 salî

û zarokê bi navê Murad Derwîş li Efrînê kuştine.

Back to top button