HRE: li Ezaz, Şêrawa û Şêrayê 6 çete û leşker hatin kuştin

Dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya Efrînê bi qasî daxwaza wan hêsan nebû û wisan xuyaye jî wê hêsan nebe.
Hêzên Rizgariya Efrînê rojane bi çalakiyên bi bandor derbên xurt lidagirkeriyê didin.
Vê carê jî Hêzên rizgariyê rêzeçalakî li Ezaz Şêrewa û Şerayê lidar xistin.
Di van çalakiyan de 6 leşker û çeteyên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.

Ne tenê li Efrîna ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin di hedefa Hêzên Rizgariya Efrînê de ye.

Hêzên Rizgariyê li herêmên din yên Rojavayê Firatê ku dewleta tirk û çeteyên wê dagir kiriye çalakiyan pêk tînin.

Vê carê jî Hêzên rizgariyê li Şera, Şêrewa û Ezazê rêzeçalakî pêk anîn.

Hêzên rizgariyê li ser encama çalakiyan jî ev agahî da:

30’ê Îlonê Hêzên rizgariyê bi çalakiyeke sekvanî çeteyekî artêşa Tirk a dagirker li nêzîkî gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê kir hedef û çete hat kuştin.

1’ê Cotmehê hêzên rizgariyê li dijî 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa çalakiyek pêk anî.

Di çalakiyê de her du baregeh hatin rûxandin, 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Heman rojê hêzên rizgariyê êrîş birin ser komeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker yên li derdora gundê Enabkê yê navçeya Şera û li wir jî 3 çete hatin kuştin.

1’ê Cotmehê hêzên rizgariyê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê pêk anîn.
Di vê çalakiyê de hijmara kuştî û birîndarên dewleta tirk nehate zelal kirin.

Leave a Reply

Back to top button