Çeteyekî Daişî wek doktor li nexweşxaneya Efrînê kar dike

Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî ye, çeteyên DAIŞ’ê biserbestî tevdigerin û cihê xwe jî di saziyan de digirin.

Malpera Efrîn Post ragihand ku li nexweşxaneya Efrînê çeteyê DAIŞî yê bi navê Xesan Camûs yê 39 salî weke dektor kar dike.

Her wiha vî çeteyî li taxa Efrîna Kevin dermanxaneyek taybet ji xwe re vekire.

Çete Xesan Camûs ji herêma Tîba El-Îmam ji bakurê Hemayê ye û beriya niha bi awayekî fermî tevlîbûna xwe nava çeteyên DAIŞ’ê de ragihandibû..

Gelek rêxistinên Mafên Mirovan ên Sûrî û her wiha yên navdewletî beriya niha tekez kiribûn ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî Efrînê xwe spartibû çeteyên DAIŞ’ê.

Ji xwe ev yek bi dîmenan hatin belgekirin.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button