Eşîrên Ereb: Armanc ji êrişê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e

Şêx û rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên li herêmê, êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Girtîgeha Xiwêranê a bi destekdayîna dewleta Tirk şermezar kir û gotin, “Ev êriş komployeke li ser herêmê bû û armanc jê têkbirina ewlehiya hêrêmê û projeya Rêveberiya xweser bû.” Şêxeşîr û rûspî diyar kir bi saya lehengiya hêzên parastinê ev komplo hate têkbirin û gotin, em ê li kêleka QSD’ê destketiyên xwe biparêzin.

Têkildarî êrişa dawî ya çeteyên DAIŞ’ê li ser Girtîgeha Xiwêranê ku bi piştgiriya Dewleta Tirk pêk hat, şêx û rûspiyên êlên Ereb ji ANHA’yê re axivîn.

Nûnerê Êla Sada li Sûriye û Iraqê, Şêx Hisên Sada da zanîn ku bûyera ku li Xiwêran qewimî komployeke navneteweyî ye ku ji aliyê rejîma Tirk û saziyên îstixbaratî yên hin welatên cîhanê ve hatiye plankirin.

Şêx Hisên Sada diyar kir, armanc ji vê yekê têkbirina aramiya herêmê û destkeftiyên Rêveberiya Xweser e.

El-Sada balkişande ser lehengiya hêzên parastinê û hevgirtina şêniyên herêmê ku êriş têk birin û da zanîn wê li kêleka hêzên parastinê axa xwe biparêzin.

Rûspiyê Êla Bekê, Ehmed Şilaş jî destnîşan kir ku plana êrişa li ser girtîgeha Sînaa ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatiye amadekirin û got, rêveberiya van çeteyan Erdogan û rejîma wî ye.

Şêxê êla El-Xewatnê, Mehmûd Ebdilhemîd jî diyar kir ku armanca êrişa bi piştgiriya dewleta Tirk; têkbirina projeya Rêveberiya Xweser bû.

Ebdulhemîd anî ziman, bi piştgiriya êlên Ereb û Kurd û pêkhateyên cuda ji Rêveberiya Xweser û QSD’ê re, wê êriş û komplo bên pûçkirin.

Rûspiyê êla Şerebîn, Ehmed Ezîz jî derbarê êrişê de diyar kir armnaca dewleta Tirk ji vê planê belavkirina tevlihevî û şerê birakujiyê ye.

Rûspiyên Helebê: Armanca êrişan têkbirina tevna civakî ya Sûriyê ye

Komîteya Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên li Helebê jî bi daxuyaniyekê êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev êriş bi destê dewleta dewleta Tirk hatiye plankirin û armanca jê derxistina tevliheviyê û têkbirina tevna civakî ya Sûriyê ye.

Komîteyê destnîşan ku bi lehengiya hêzên parastinê êrişa DAIŞ’ê hate têkbirin û got, ew ê her tim li kêleka QSD’ê bin.

Mela Ehmed El-Esad: Bêdengiya civaka navneteweyî nîşan dide ku şirîkê êrişê ne

Serokê Buroya Kar û Barên Olî ya Şedadê Mela Ehmed El-Esad jî derbarê êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Girtîgeha Xiwêranê de got,

“Ev êriş bi piştevaniya dewleta Tirk hate plankirin û bêdengiya civata navneteweyî dide diyarkirin ku di vê êrişê de şirîk in.”

Mele El-Esad destnîşan kir ku armanca vê êrişê têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Mela Ehmed El-Esed bang li şêniyên herêmê kir li kêleka QSD`ê li hember êrişan li ber xwe bidin.

Back to top button