Heyva Sor a Kurd serdana kampa koçberên Efrînê kir û cilên zivistanê li wan belav kir.
Îro Heyva Sor a Kurd serdana kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê a Şehbayê kir.
Heyva SOr cilên zivistanê yên stûr li zarokên di kampê de ne belav kir.
Wê sibe jî li kampên Serdem, Efrîn û Şehbayê cil li zarokan bên belavkirin.
Bi giştî wê li 1300 zarokan cilên zivistanê were belavkirin.