Desteya Hundirîn : Qedexeya beşî ya çûnûhatinê wê ji 1’ê Sibatê heta demeke ne diyar dest pê bike

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî ya çûnûhatinê li bajarê Hesekê bi dawî kir û biryar da ku li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî hebe.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Girtîgeha Xiwêranê kir, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber operasyona li dijî DAIŞ’ê di 24’ê Çileyê de qedexeya giştî ya çûnûhatinê ragihand.

Desteya Hundirîn îro bi biryarnameyekê qedexeya giştî ya çûnûhatinê ya li Hesekê bi dawî kir.

Biryarname wiha ye:

Qedexeya giştî ya çûnûhatinê li Hesekê bi dawî dibe.

Ragihandina qedexeya beşî ya çûnûhatinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 1’ê sibatê saet 6’ê êvarê heta 6’ê sibe.

Hat diyar kirin ev bîryar ji bo saziyên xizmetguzariyê û tenduristiyê derbasdar nîne.

Desteya Hundirîn ji gel xwest li gorî bîryaran tevbigerin.

Back to top button