Piştî rêzesemînerên ji bo danasîna jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocelan, şêniyên Tebqayê baweriya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo anîn ziman. Şêniyên navçeya Til Birakê jî banga serhildanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Li taxên Tebqa û gundewarên wê bi beşdariya nêzî 755 jin û mêran 28 semînerên têkildarî naskirina jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocelan hatin dayîn.
Piştî rêzesemîner bi dawî bûn, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê daxuyaniyek da.
Şêniyan di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku ew deyndarê Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî ne û diyar kirin ku ew bi doza Rêber Abdullah Ocalan bawer in û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Şêniyên Til Berek li dijî tecrîdê banga serhildanê
Welatiyên navçeya Til Berak jî derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo aixvîn û wiha gotin:
Tecîrd girêdan û hevgirtina di navbera gelan ya li hemberî pergalên desthilatdar xurttir dike.
Şêniyan ji bo rakirina tevrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga serhildanê li gelên azadîxwaz hate kirin.