Şaredariya Mexmûrê tevî dorpêç û bê derfetiyan di xizmeta gel de ye

Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê tevî dorpêç û kêm derfetiyan jî xizmetê ji gelê wargehê re dike.

Şaredariya wargehê dest bi projeya nûkirin û kişana xetên avê kiriye.

Têkildarî vê mijarê Hevşaredarê Mexmûrê Berdran Pîran ji ajansa Rojnews re axivî.

Berdan Pîran zanîn ku di sala 2015’an de ji ber kêmaviyê, Rêxistina Qendîl xetên avê ji wargehê re kêşane û got:

“Diviyabû ev xetên ku Rêxistina Qendîl kêşayî, ne di nava Navçeya Mexmûrê de anîban wargehê.

Ji ber ku xelkê Navçeya Mexmûrê xetên avê jê didizin.

Pîran diyar kir Heftiyê pênc rojan û sê demjimêran ava Dîcleyê ji wargehê re tê û dibêje: “Ew jî ji ber pirsgirêkan, piranî du an jî sê rojan av ji me re tê.”

Hevşaredarê Mexmûrê Berdran Pîran anî ziman ew dixwazin xetên xwe yên avê ji nav Navçeya Mexmûr derbixin û avekî zêde bînin wargehê.

Hevşaredarê Mexmûrê Bedran Pîran di dawiyê de got: “Em wek Şaredariya Mexmûrê dixwazin tevahî projeyên xwe serbixin, ji ber ku di her hêlê de bê mafî li xelkê me tê kirin.

Back to top button