Berpirsê ragihandina YNK: Ji bo walîyê Kerkûkê em xwe amade dikin

Berpirsê Ragihandina YNK’ê diyar kir ku şerme PDK rê li danîna waliyek Kurd ji bo Kerkûkê digre û got: “Em amadekariya diyarkirina waliyek Kurd ji bo Kerkûkê dikin.”

Berpirsê Ragihandina YNK’ê Stran Ebdula li ser diyarkirina Waliyê Kerkûkê daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Em xwe ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan amade dikin, emê waliyek Kurd û Kurdistanî ji bo Kerkûkê diyar bikin û wê girêdayî YNK’ê be.

Stran Ebdula: PDK li ser danîna walîyek Kurd astengî çêkir

Stran Ebdula di dewamê de ragihand ku PDK li ser danîna waliyek Kurd ji bo Kerkûkê astengî çêkir û ev tişt anî ziman: “Şermek mezine PDK rê li danîna waliyek Kurd ji bo Kerkûkê digre, çi dema hiljbijartin çêbibe, YNK amadeye.

Stran li ser gote goteyên serdana cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî ya ji bo Tirkiyê jî got;

“Agahiya me pê nîne, tîma kak Qubat tiştek belav nekiriye ku serdana Enqereyê kiribe. Kak Qubat tenê serdana Bexdayê kiriye.”

Back to top button