Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê li ser qetilkirina Huseyîn Turelî daxuyaniyek da

MÎT’a Tirk welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Hûseyîn Tûrelî li Dihokê kuşt.
Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê qetilkirina karsaz Huseyîn Turelî bang li rayedaran kir ku pêşî li van bûyerên kuştinê bigirin.

Têkildarî mijarê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku siyasetmedarên HDP’ê ji ber zextên AKP û MHP’ê neçar dimînin ji Bakurê Kurdistanê derbikevin û berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê,

“Kesê ku Huseyîn Turelî şehîd xist, endamê AKP û MHP’ê ye”

HDP’ê diyar kir evv êrişên MÎT’ê ji bo gef û tinekirina kesayetên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, ên li Başûrê Kurdistanê niştecih bûne, tên kirin û got:

“Kesê ku Huseyîn Turelî şehîd xist, endamê AKP û MHP’ê ye.”

Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê aliyên peywendîdar kujer bibînin

Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê di dawiyê de êrişa hovane şermezar kir û xwest aliyên peywendîdar ên Duhokê kujer bibînin û bigrin.

Back to top button