Îro li Hesekê, 67 şehîdên meha Hezîranê bi merasîmekê hatin bibîranîn..
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê 67 şervanên vê mehê ku li cih û demên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn.
Bi dehan şêniyên bajar, malbatên şehîdan, hêzên leşkerî û ewlehiyê li Hola Reşo ya Hesekê di merasîmê de amade bûn.
Li vir, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Îman Îbrahîm û ji fermandarên meclisa leşkerî ya Cizîrê Hisên Selmo axivin.
Di axaftinan de îşaret bi berdêlên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane hat kirin û hat gotin: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîn û israra xwe ya dewamkirina xeta têkoşînê ji hêza şehîdan digire, mînaka wê jî çalakiya şehîd Zîlan e.
Bi saya fikra Rêber Ocalan, pêkhateyên herêmê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava kirin û bûn xwedî hêz û îrade.”
Di dawiya merasîmê de sînavizyon derbarê 67 şehîdan de hat tamaşe kirin.